Ziman 5 .. Roja Cîhanî ya Zimanê Dayîkê

Ziman 5 .. Roja Cîhanî ya Zimanê Dayîkê

Jun 20 2019

Roja Cîhanî ya Zimanê Dayîkê

Ji mafê her mirovekî ye bi zimanê dayikê biaxive, binivîse, bixwîne û bibihîse li gor peymana mafê mirovan ya zimanî (UN Linguistic Human Right ) ya girêdayî bi welatên yekbûyî. Zimanê kurdî yek ji zimanên zindî yên cihanî yê toşî pişaftin û daraftinê tê li bakur bi giştî û li Efrînê bi taybetî ji ber gelek hokerên cur bi cur mîna koçberkirin, guhertina demografî û siyaseta qedexekirinê.

Lewra, zimanê kurdî di metirsiyê de ye di ser de jî pir peyv û gotin çi li dibistanan çi li taxan tên bihîstin li dijî zimanê kurdî mîna " Zimanê kurdî deng meke" û " Ez ji kurdî hez nakim " Herwiha, zimanê kurdî li ser gelek deveran û qarman hatiye rakirin li şûnê zimanê erebî û tirkî hatiye danîn mîna dibistan, nexweşxane û hin dezgehên din.

Her mirovek zimaneke û her zimanek miroveke gava mirovek dimirê, zimanek jî vêre dimirê. Ne tenê gava mirovek dimirê zimanek jî vêre dimirê, lê belê gava mirovek derbider dibe, ziman jî pêre winda dibe û lawaz dibe. Û ne hîn gava miletek şerpeze bibe, bê gûman, zimanek jî vêre şerpeze dibe û winda dibe ji ber ku hebûna zimanekî bi hebûna gelê wî ye.

Lewma, gelê kurd li her deverekê çi li hundir çi li derveyî welêt divê zimanê xwe bernede û pê biaxive, binivîse û bixwîne û bibihîse çi li malê çi li derveyî malê ji ber ku heger ziman têkçû, nasnama, kesayetî û çanda wî gelî jî têk diçe.

Roja Cîhanî ya Zimanê Dayîkê li hemû dost û hevalên zimanzan û zimanperwer ji dil û can ez pîroz dikim.

Bavê Saman
Efrîn, di 21/ 2 / 2019

Gotar bi tenê nerîna nivîskar nîşan dide

1129