Ziman 3 .. Diyardeya Akronomî (Acronomy)

Ziman 3 .. Diyardeya Akronomî (Acronomy)

Jun 20 2019

Diyardeya Akronomî (Acronomy)

Di gelek zimanên cîhanê de bi taybetî inglîzî, herwiha di kurdî de jî diyardeya akronomî rû dide .

Akronomî peyvên nû ne ji gelek bêjeyan hatine dariştin, wate , ji tîpên despêka peyvan hatine sazkirin.

Ev diyarde tê bikaranîn ji bo sivikkirina bilêvkirina navên sazî, dezgeh, partî, rêxistin û gelek welatan yên bi xwe ji çend peyvan pêk tên. Bo nimûne peyva " NATO " akronîm e, ew navê rêxistinekê ye ji tîpên despêka çar bêjeyan pêk tê (North Atlantic Treaty Organisation " .

Bi sedan mînakên akronîm di inglîzî de hene, herwiha, di kurdî , erebî û di zimanên din de jî hene. Di zimanê kurdî de peyvên akronîm peyvine mêza ne , herwisa ew tim tewandî ne, bo nimûne: Îro PDKê û YNKê li hev civiyan.

A- Hin Mînakên Akronîm di Kurdî de : SZK, ENKS, PDK, YNK, PDKS, HSD,..HWD.

B- Hin Mînakên Akronîm di Înglîzî de :
NATO , UN , UNESCO , UNICEF , UNHCR, USA, UK, NASA, WHO, FBI, CNN, BBC ,...etc.

C- Hin Mînakên Akronîm di Erebî de :

سانا / ج.ع .س / م.ط / قسد / مسد /داعش

Ç- Hin Mînakên Akronîm di Tirkî de :
HDP, AKP, CHP, MHP

Bavê Saman
Efrîn di 11/ 5/ 2019

Gotar bi tenê nerîna nivîskar nîşan dide

621