Dîrokek nû li Kurdistanê destpê dike

Dîrokek nû li Kurdistanê destpê dike

Jun 10 2019

Dîrokek nû li Kurdistanê destpê dike
Idrîs Hiso

Îro rêzdar Nêçîrvan Idrîs Barzanî sûnda yasayî ya serokatiya Herêma Kurdistanê dixwe, û piştre dê bi fermî dest bi karê xwe wek Serokê Herêma Kurdistanê bike.

Di 28ê Gulana îsal de parlementoya Kurdsitanê bi zorîneya dengan rêzdar Nêçîrvan Barzanî bo serokatiya Herêma Kurdistanê hilbijartibû, tevî ku Yetitî Niştimanî Kurdsitan (YNK) dengê xwe nedabû û rêkeftina xwe li gel Partî Domokartî Kurdistan(PDK) binpê kiribû jî lê 09.06.2019 biryar dabû ku wê şandek bilind bi serokatiya Cîgirê Sekreterê Giştî yê YNKê Kosret Resûl beşdarî rêwresmê sûndxwarinê bibe.

Di vê gotarê ez dixwazim behsa du aliyan bikim, ku li seranserî Kurdsitanê têne behskirin.

Yekem: Ma kes ji Nêçîrvan Barzanî pêve nebû bibe Serokê Kurdistanê, yan jî desthilat li Kurdistanê çênabe ji destê vê malbatê derkeve?!

Bê gûman bidestxistina desthilatê li Kurdsitan û seranserî Iraqê girêdayî piroseya siyasî û tevger û hêza partiyên siyasî û rewşa civakî û bandora olê ye. PDKê ji roja damezirandina xwe û xebata xwe ji bo Kurdistanek azad bi hemû dîrok û xebata xwe ya şoreşgêrî û siyasî bi binemala Barzanî ve hatiye girêdan, ji xwe heger mirov li Başûrê Kurdistanê bijî û ji nêzîkve rewşa civatê bişopîne wê nasbike ta roja îro jî mîna serdemên berê barê kurdayetî û kurdîniyê barekî girane û kêm malbat dikarin bi dilsozî û hizrekî neteweyî barê xebatê ji bo Kurdistanek azad li ser milên xwe hilgirin, lewma ji ber rewşa civatê ku heta niha jî girêdayî hestê olî û êlperistî û gundayetî ye û ji ber ku bidestxistina desthilatê girêdayî tevger û hêza partiyên siyasî ye.

Bi herdu milan jî binemala Barzanî serkeftîne û xwedan hêzek civakî, siyasî û bandorek olî ne, ji bilî ku mîna gelek welatan hebûn û rewşa wan bi hin malbatan ve tê girêdan hebûna û bihêzkirina Herêma Kurdistanê girêdayî vê malbatê ye, ev nimûne ne tenê li Kurdistanê heye û hebû, guhertina vê rewşê girêdayî pêşketin û guhertina civatê bi xwe ye, herwiha bi pêşketina civatê û bicihkirina yasayên niştimanî wê dememê dibe ku desthilata binemalên mîna Barzanî bibe desthilatên simbolîk mîna welatên pêşketî.

Bi vê wateyê mirov kare têbigihê çima desthilat heta niha û dibe ku heta demek gelekî dirêj di destê vê binemalê de bimîne.

Duyem: Gelo wê Nêçîrvan Barzanî karibe Kurdsitanê ber bi rewşek baştir bibe û baweriya xelkê bi desthilata kurdî bighîne asteke baştir ji ya ku niha heye?

Bê guman û bi danpêdana hejmarek mezin ji welatên cîhanê û serkirdeyên cîhanî û bi danpêdana serkirde û welatiyên Herêma Kurditanê jî, rêzdar Nêçîrvan Barzanî xwedan ezmûnek dewlemend e di birêvebirina Herêma Kudistanê de di rewşên corbicor, Barzanî dikarîbû bi serkeftî Herêma Kurdistanê birêve bibe, bi taybet ku wî wek serokwezîr herêma Kurdistanê birêvebirye û bo maweyekî dirêj û di qonaxên gelekî hestiyar de û bi şêweyekî serkeftî.

Lê ev nayê wateya ku erkê birêz Barzanî erkekî sivik û hesan e.

Rewşa siyasî ya herêmê, pêwendiyên Hewlêr û Bexda û pirsgirêka deverên dagîrkerî ji Kurdistnê – deverên ji Kurdistanê dabirî- û rewşa rojhilata navîn bigiştî erkê birêz Barzanî giran û qurstir dike, bi taybet erkê yekrêziya navmala Kurdî û nehiştina gendeliyê di rêveberiya herêmê de di hemû warî de, û erkê avakirina artêşeke niştimanî û rêkxistina hemû hêzên Pêşmerge di bin baskê wezareta Pêşmerge de, ev hemû kar û erk li berdem birêz Barzanî ne.

Bi her halî Herêma Kurdistanê ji sibe ve dest bi dîrokek nû dike, çavên hemû kurdan li Başûr e û çavên Başûriyan jî bi hemû pêkhateyên xwe li birêz Nêcîrvan Idrîs Barzanî ye ku armanc û hêviyên wan pêkbîne, Barzanî jî bi wê yekê têne nasîn ku ew hilgirê barên giran in di rojên reş û tarî de.



Gotar bi tenê nerîna nivîskar nîşan dide

761