PKKê xwepêşandana Efrînê dike şanoya îxanetkirina serkirdeyên H.Kurdistanê

Jun 09 2019

ARK NEWS .. Li bajarê Kolinê yê Elmaniyayê PKKê û PYDê xwepêşandanek bi navê piştgiriya Efrîna Rojavayê Kurdistanê li dar xist, lê tu nişan têde diyar bibe ku xwepêşandan jib o Efrînê ye tune bûn, berûvajî wê yekê bû şanoyek ji bo îxanetkirina serkirdeyên Herêma Kurdistanê, û bi tenê silogana Bê Serok Jiyan Nabe hatin bilidkirin .

Di xwepêşandanê de bi sedan ji alîgirên PKKê beşdar kir, têde alên PYDê, û YPGê bilind kirin, bê ku wêneyên pakrewan, revandiyan, û binpêkirinên Efrînê hebin.

Ya herî balkêş silogana li jêr navê BIMIRE ÎXANET bû, têde wêneya serok Mesûd Barzanî, û serokê hilbijartî Nêçîrvan Barzanî bilind kiribûn .

Wêneya îxanetkirina serkirdeyên Herêma Kurdistanê bi şêweyakî berçav, û bilez belav bû, û rastî rexneyên tund ji aliyê welatî, çalakvan, û siyasetmedaran hat, bi taybet di heman demê de pehsa destpêşxerî, û lihevhatinan navbera aliyên Kurdî li Rojavayê Kurdistanê tê kirin .

Heman xwepêşandan di heman roja şehîdbûna herdu ciwanên Kurd, Ebdo Şêx Ehmed 38 salî, û Henan Hesen Henan 35 salî ji Gundê Şêx yê ser bi Raco ve hate lidarxitin.

Herwiha di çarçoveya mehekê de di 13gulana 2019an de, tawanek di derheqê malbatekê de li Cindirêsê hatibû encamdan, têde her yek ji Hemîd Xelîl di bin işkenceyê de şehîd bû, û kurê wî Mihemedê 9 salî windayî bû, herwiha welatiyî bi navê Şeref Dîn Sîdo rastî eşkencey tund hatibû .

Di xwepêşandanê de wêneya tawanên di deheqê Efrîniyan nehatin bilindkirin û li ser sazê dav û daholan û bi silogana Bê Serok jiyan nabe bi rê ve çû.

ya herî kêm jî wêneyên tawanên herî dawiyê, nexasim yên herdu ciwanan nehatin bilidkirin bi tenê diruşm û siloganên nijadperestî li dijî Herêma Kurdistanê rakirin.

Di her çalakî û xwepêşandanên PKKê û PYDê de, silogana Bê Serok JIYAN NABE, wek merc li ser xwepêşanderan tê sepandin, êdî gihiştiya asata ku xwepêşandana ji bo wê derketine diyar nabe, ji ber ku hemû xwepêşandan wekî hev in, û heman silogan in, û heman al in .

Di dema ku aligirên PKKê û PYDê serkirdeyên Herêma Kurdistnê derbarê Efrînê îxanet dikin, heman serkirdeyên wan ango PKK û PYDê yên siyasî û leşkerî, bi cilên sivîlan bi kerwanên silvîlên ji Kobanê û Cizîrê hatine Efrînê re reviyan, ku bi biryara wan ji lixwegirtina berxwedanê li hember duyemîn artêş di Nato de, û heştemîn artêş di cîhanê de, 6000 hezar ciwan û keçên kurd dane şehîdkirin, û 400 sivîl şehîd bûn di hezaran birîndar bûn, û ta niha şêniyên Efrînê baca biryara şaş ya PYDê didin û binpêkirin tê encamdan .

Li gor çavdêran dibêjin : Eger Efrîn bihate radestkirin ji bo aliyekî siyam re, ev kerast nedihat serê Herêma Çiyayê Kurmênc, û herî kêm dê kurdiyatiya xwe biparêza û nidat terîbkirin .
Ş.E

723