Penabereke Sûrî û 4 zarokan li Lubnanê hatin kuştin

Penabereke Sûrî û 4 zarokan li Lubnanê hatin kuştin

Aug 02 2024

Li welatê Lubnanê Penabereke Sûrî li gel 4 zarokên xwe di encama êrîşeke esmanî Îsraîlî de li ser bajarokê Şemih li başûrê Lubnanê hatin kuştin.

Li gorî mediyayên Sûrî ku di 1ê Tebaxa 2024an de Îsraîlê başûrê Lubnanê armanc kir û di encamê de 5 penaberên Sûrî hatin kuştin û 3 kes jî birîndar ketin.

Wezareta tendûrûstiya giştî ya Lubnanê ragihand ku ji destpêka şerê di navbera Hemas û Îsraîlê de hejmara kuştiyên penaberên Sûriyê li Lubnanê gihîştiye 15 penaberan ji wê hejmarê 6 zarok in.

204