Turkiyê ji destpêka Tîrmehê ve bi hezaran penaberên Sûriyê dersînor kirine

Turkiyê ji destpêka Tîrmehê ve bi hezaran penaberên Sûriyê dersînor kirine

Jul 20 2024

Turkiyê ji destpêka Tîrmeha 2024an ve bi hezaran penaberên Sûriyê yên li Turkiyê dimînin dersînor kirine.

Rêxistiên Mafnas yên Sûrî eşkere kir ku Turkiyê bi hezaran penaberên Sûrî ji destpêka Tîrmehê ve dersînor kirin, di heftyiya herî dawiyê de bihtir ji 800 penaberî hatine dersînorkirin.

Li gorî Tora Sûrî ya Mafên Mirovan ji destpêka Tîrmehê ve 3540 penaberên Sûrî yên ku karta parastina demkî “Kîmlik” hene hatin dersînorkirin.

Li gorî jêdera navborî ku 125 malbatên Sûrî di nav de zarok û jin hene li navenda dersînorkirinê ya Qeyserî benda Sireyê ne da ku derbasî Sûriyê bibin.

Rojnameyeke Turkiyê tekez kiribû ku di navbera mehên Hezîran û Tîrmehê de 100 hezar penaberên sûrî vegeriyane welatê xwe.

139