Efrîn.. Agir bi dehan darên daristane navçeya Reco ket
Jul 16 2024
Agir li yek ji çiyayên herêma Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê ket û bi sedan donimû û darên daristanê şewitî.
Tîmên Berevaniya Sivîl a Sûriyê ragihandin ku îro Duşemî 15ê Tîrmeha 2024an agirekî mezin li daristanên ser bi gundê (Hopkê) yê navçeya Raco ya ser bi herêma Efrînê ket.
Jêderê serbar kir ku, tîmên hawarçûnê piştî 7 demjimêran gihiştine cihê agir û agir vemirandin.
Berevaniyê amaje bi wê yekê jî kir, ku agir nêzîkî 300 donim li deverê şewitand.
258
