HSDê 3 zarok li Qamişlo revandin
Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) di siyaseta revandin û leşkerkirina zarokên biçûk de li Rojavayê Kurdistanê berdewam e.
Tora Sûrî ya Mafên Mirovan ragihand, ku çekdarên Ciwanên Şoreşger yên ser bi HSDê ve 3 zarok di 5 Tîrmeha 2024an de, li nêzîk parke El-Xelîc li taxa Zihûr li bajarê Qamişlo revandin.
Li gorî Torê zarokên ku hatine revandin ev in:
- Mihemed Ibrahîm El-Mihemed yê sêwî.
- Omer Elî Hisên
- Hemze Fêsel Haj Elî
Serbar kir ku temenên wan di navbera 12-13 salan de ne û ji dema ku hatine revadin ve tu zaniyarî li ser wan tune ne.
Tevî ku Mazlûm Kobanî, Fermandarê Giştî yê HSDê, bi Nûnera Neteweyên Yekbûyî ya ji bo zarokan Vêrcina Gamba re, li ser bidawîkirin, leşkerkirin u tevlîbûna zarokên di bin 18 salî de û bikaranîna wan di
operasyonên leşkerî de îmze kir. Lê girtin, revandin û leşkerkirina wan berdewam dike.
286
