Nexweşiyên çerm û henaseyê li kampên bakurê Rojavayê Sûriyê bîhtir bûye
Jul 06 2024
Tîma Bersivdana Sûriyê ragihand ku rewşên kampên Bakur Rojavayê Sûriyê di meha Hezîrane de ji ber zêdebûna nexweşiyên çerm û henase, xerabtir bûne.
Tîma Bersivdanê di raportekê de nîşan bi wê yekê kir ku “Nexweşiyên çerm û henase li kampên debiderên Bakur Rojavayê Sûriyê ji ber germahiya zêde û kêmbûna avê bi rîjeya 47% berewerdî bi meha Gulana borî re zêdetir bûne”.
Bersivdanê hişyarî da ku eger rewşa kampan wesa berdewam bike, dê rewşa bi hezaran malbatên di nava kampan de, ji ber nebûna piştevaniyê, xirabûna rewşa aborî û rewşa derbideran bi giştî xerabitir bibe.
193
