Nizmbûna asta çemê Xabûr barê çotkarên Rojavayê Kurdistaê girantir dike
Jul 05 2024
Nizmbûna asta ava çemê Xabûr di werzê havînê de bi taybetî dema ku pêwîsta zeviyan bi avdanê heye, bandoreke nerênî li ser çotkarên bajarê Hesekê yê Rojavayê Kurdistanê kiriye.
Li gorî jêderên Sûrî, ava çemê Xabûr ji 2011an ve roj bi roj kêmtir û hişktir dibe, ev yek jî bi nerênî bandorê li ser çotkarên bajarê Hesekê yê Rojavayê Kurdistanê dike.
Diyar kir ku vê yekê bandora herî mezin li ser hebûna masiyan kiriye
Çemê Xabûr ji Bakurê Kurdistanê derdikeve, bi dirêjahiya 300 km nav axa Sûriyê re derbas dibe û tevlî çemê Feratê dibe.
221
