4 welatî li ser sînorê Rojavayê Kurdistanê bi Turkiyê re rastî lêdanê hatin

4 welatî li ser sînorê Rojavayê Kurdistanê bi Turkiyê re rastî lêdanê hatin

Jun 30 2024

Çavkaniyên xwcehî dan xuyakirin, ku cendirmeyên Turkî li nêzîk bajarê Amûdê li 4 kesên ku dixwestin derbasî nava axa Turkiyê bibin, xistin.

Jêdereke taybet ji bajarê Amûdê yê Rojavayê Kurdistanê ji Ark Newsê re ragihand, ku roja Şemiyê 29ê Hezîrana 2024an, cendirmeyên Turkiyê li nêzîkî bajarê Amûdê, dema ku 4 kesan dixwestin derbasî nav axa Turkiyê bibin, rastî lêdanê hatin û bi giranî birîndar bûnûm û yek ser ji bo nexweşxaneya bajarê Amûdê hatin veguhistin.

Li gor jêderê taybet, temenê du ji wan kesên ku rastî êrîşa cendirmeyên Turkiyê hatine, (15) salî ne û yên din jî (25) û (30) salî ne.

213