HSDê.. Zarokeke 17 salî ji kampa Şehba ya derbiderên Efrînê revand

HSDê.. Zarokeke 17 salî ji kampa Şehba ya derbiderên Efrînê revand

Jun 16 2024

Çekdarên Tevgera Ciwanên Şoreşger a girêdayî Hêzên Sûriya Demokratîk "HSD" zarokeke din ê ji bajarê Efrêna Rojavayê Kurdistanê revandin.

Jêderekî taybet ku nexwest navê xwe eşkere bike, taybet ji ARKê re got: Ciwanên Şoreşger zaroke bi navê Litfiyê Horo ji kampên Şehba bi armanca leşkerkirina neçarî di nav refên HSDê de revand.

Jêderê amaje bi wê yekê jî kir ku ev revandin bi rêya otombêleke van hatiye encamdan.

Jêderê amaje bi wê yekê jî kir ku zaroke temen 17 salî bi bapîra xwe re li kampê dijî û ji gundê Omer Simo yê navçeya Şera ya Efrînê ye.

Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Antoniyo Gotêrêş di raporta xwe ya bi navê "Zarok û Pevçûnên Çekdar" de ku di 3ê Hezîrana 2024an de hat weşandin de got ku Hêzên Sûriyeya Demokratîk û partiyên girêdayî wê (462) zarok li herêmên ku di bin kontrola wan de di dema derbasbûna xwe de birin leşkeriyê.


Tevî ku Mazlûm Kobanî, Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk, bi Nûnera Neteweyên Yekbûyî ya ji bo zarokan Vêrcina Gamba re,

li ser bidawîkirin, leşkerkirin u tevlîbûna zarokên di bin 18 salî de û bikaranîna wan di
operasyonên leşkerî de îmze kir. Lê girtin, revandin û leşkerkirina wan berdewam dike.

190