Israîl avahiyek li Şamê armanc kir

Israîl avahiyek li Şamê armanc kir

Feb 21 2024

Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan ragihand, di encama êrîşeke Israîlê li ser avahiyekê li Şamê paytexta Sûriyê de, 2 mîlîsên ser bi Îranê ve hatin kuştin.

Rewangehê diyar kir jî artêşa Israîlê bi êrîşeke asmanî avahiyek li navçeya Kefir Sûsê li Şamê kire armanc û di encamê de 2 çekdarên mêlîsên ser bi Îranê ve hatin kuştin û hejmarek kesên din jî birîndar bûn.

Ji aliyê xwe jî ajansa “SANA” ya fermî ya bi ser Rêjîma Sûriyê ve belav kir ku Israîlê avahiyek li navçeya kefir Sûsê kiriye armanc, û di encamê de 2 kes hatin kuştin.

Herweha malpera Sewt El`asîma eşkere kir ku Israîl bi 3ê mûşekan avahiyek li navçeya kefir Sûsê li Şamê ku di wê avahiyê de mêlîsên bi ser îranê ve beşek ji wê avahiyê weku bigeh ji xwe re bikar tanî armanc kir.

208