Rûsiya xaleke çavdêriyê li ser sînorê Sûriyê - Israîlê ava kir
Feb 19 2024
Hêzên Rûsî xaleke çavdêriyê ya nû li ser sînorê Sûriyê- Israîl li Colanê ava kir.
Jêderên ragihandinê yên Sûrî ragihand ku hêzên Rûsî xaleke çavdêriyê ya nû li bajarokê Bîr Elecim li gundewarê Quneytira ava kir, di çarçoveya kêmkirina asta girjiyan li deverê navbera mêlîsên bi ser Hizbulaha Lubnanî û Israîl de.
Li gorê heman jêderê hejmara xalên Rûsî yên çavdêriyê li ser sînorê Sûriyê- Israîlê giheştiye 10 xalan.
Roja 7ê Çileya 2024an hêzên Rûsî du xalên çavdêriyê li ser heman sînorî ava kiribû.
230
