Îran karwaneke leşkerî şand nav xaka Sûriyê

Îran karwaneke leşkerî şand nav xaka Sûriyê

Feb 16 2024

Tevî armanckirina Emerîka ji bingehên mêlîsên îranê ve, Îran di şandina barhilgirên barkirî bi alavên leşkerî û locistîk de bo nav xaka Sûriyê ji bo piştevaniya mêlîsên xwe berdewam e.

Jêdereke ragihandinê ya Sûrî ragihan ku duh Pênşemê ( 15 / 2 / 2024 ) karwaneke leşkerî yaÎranî ku ji 4 barhilgirên barkirî bi alavên leşkerî û locistîkve pêk dihat ji Iraqê di rêyên ne yasayî ve derbasî nav xaka Sûriyê bû.

Li gorî heman jêderê ew kareana îranî bi awayekî demkî li baregeha leşkerî ya pasdarên îranê li taxa Eltemo li bajarê Elmeyadîn rawestiya, û berbanga îro ew karwana Îranî berê xwe da bajarê Humsê.

196