Rewangeha Sûrî: Emerîka19 caran mêlîsên Îranê li Dêra Zorê armanc kiriye

Rewangeha Sûrî: Emerîka19 caran mêlîsên Îranê li Dêra Zorê armanc kiriye

Feb 16 2024

Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan dawîn amara êrîşên Emerîkayê li dijî bingehên ser mêlîsên Îranê ve li Dêra Zorê diyar dike.

Li gorî belgekirina Rewangehê ji 17 Cotmeha 2023an û ta niha Emerîka 19 caran mêlîsên bi ser Îranê ve li Dêra Zorê û gundewarên wê armanc kirine.

Da zanîn ku di encama wan êrîşên esmanî de 55 armanc ji bingeh, xal, alavên leşkerî û embarên çek û teqemeniyan yên bi ser mêlîsên Îranê ve hatine têkbirin.

Rewangehê serbar kir û got jibilî ziyanên madî ziyanên canî jî ketine, ku di encama wan êrîşan de herî kêm 59 mêlîs hatine kuştin, bêhtirî 30 mêlîsên din jî birîndar bûne.

Li aliyê din jî heman Rewangehê da diyar kirin ku ji 19 Cotmeha 2023an 116 caran bingehên Emerîkî li Sûriyê ji aliyê mêlîsên îranê ve hatine armanckirin.

Rewangeha Sûrî eşkere kir jî ku di encama wan êrîşan de herî kêm 3 leşkerên Emerîkî hatin kuştin û bi dehan leşkerên din birîndar bûne.

188