Di encama teqîna mayînekê de zarokekî jiyana xwe li Minbicê ji dest da

Di encama teqîna mayînekê de zarokekî jiyana xwe li Minbicê ji dest da

Feb 04 2024

Roja Şemî 3ê Sibata 2024an li gundewarê Minbicê zarokek di encama teqîna mayînekê de jiyana xwe ji dest da.

Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan ragihand ku li gundê Cub Abyed li gundewarê Minbicê yê rojhilatê Helebê, mayîneke ku ji şer maye teqîya û di encamê de zarokekî 13 salî hat kuştin.

Bi vî awayî, hejmara kuştiyên sivîlan ku ji aliyê Rewangeha Sûriyê ve ji destpêka meha Çile ve hatiye belgekirin, di encama teqîna mayin û tiştên ku ji şerê Sûriyê mane, gihîşt 8 zarokan, herwiha birîndarbûna 18 kesan, di nav de jinek û 15 zarokin.

263