Di sala 2024an de .. Artêşa Israîlê 5 caran xaka Sûriyê armanc kiriye
Jan 30 2024
Ji destpêka sala nû ve artêşa Israîlê 5 caran xaka Sûriyê armanc kiriye.
Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan ragihand ji destpêka sala 2024an, artêşa Israîlê 5 caran 3ê ji wan asmanî bûn û 2 jî bejayî bûn bigeh û barageh û embarên çekan yên bi ser mêlîsên Hizbulaha Lubnanî û mêlîsên bi ser Iranê ve armanc kirine.
Rewangehê da zanîn ku di encama wan êrîşan de nêzîkî 11 armanc navberabingeh, barageh, navend, alavên leşkerî û embarên çekan hatine têkbirin.
Herweha eşkere kir ku di encama wan êrîşan de 22 çekdar û mêlîs hatine kuştin û 2 jî birîndar bûne.
70