Efrîn.. Çekdarên Emşat 10 hezar dolar li ser xwediyên guvaşgehan sepandin
Li Efrîna Rojavayê Kurdistanê, çekdarên Sultan Silêman Şah ”Emşat” gujmeke pereyên zêde li ser xwediyên guvajgehan sepandin.
Xwediyê guvajgehekê ji ARKê re got ku çekdarênEmşat, 10 hezar dolarên Emerîkî li ser xwediyên guvajgehan li navçeya Şiyê û gundên derdorê, her weha navenda navçeya Mabeta û hin gundên wê sepandine.
Û tekez kir: Her kesê pereyên sepandî need, dê rastî lêdan û eşkenceyê were, ta niha du kesa rastî lêdanê hatine.
Li gor hin jêderên din: Çekdarên Emşat li Mihemed Ezet Îmir û Zekî Ibrahîm Conê dane, ji ber ku nikarîbûn bacê bidin.
Hin cotkar ji bo ku bikarin bacên ji aliyê girûpên çekdar ve tên sepandin bidin, neçar dibin mal û milkên xwe bifiroşin.
546
