Vîdiyo.. Binêre çawa bavek pêşwazî li malbata xwe li Efrînê dike
Piştî çend salan ji penabriyê li Turkiyê, malbata Ehmed Gulîn Betal, vegeriya gundê xwe li gundê Qermiltiq yê navçeya Şiyê ya Efrîna Rojavayaê Kurdistanê.
Li gorî jêdereke taybet daye zanîn ku rojane bi dehan malbat vedigerin Efrînê, di vê dema dawiyê de ji bilî malbata navbûrî ku dîmenên wê taybet ji ARKê re hatine şandin, 17 malbatên din vegeriyane, çi ji Turkiyê bin yan ji Helebê.
Gund û navçeyên ku pêşwazî li malbatên xwe kirine ev in:
8 malbat vegeriyane navçeya Şera û gundên wê
5 malbat vegeriyane navçeya Raco û gundê Qude
2 malbat vegeriyane navçeya Mabeta
Malbatek vegeriya navçeya Şiyê
Yek jî vegeriya gundê Eşûnê yê navçeya Bilbilê
Şirovekarê siyasî Menal Hisko, di vê derbarê de da zanîn ku kampên Şehbayê yên ku koçberkiriyên Efrînê tê de ne, bûne weke zîndanekê û rêya herî rast veger e.
Hisko ji ARKê re anî ziman ku veger berxwedana rasteqîne ye, û erk e her kesek vegere ser mal û mulkên xwe.
Çavêder tekez dikin ku veger rojane heye, pebaber derbider û koçberkirî, rêyên zehmet re xwe digihînin warê xwe, niha beşeke baş ji deriyê Om dedat, Bab Elselamê û Bab Elhewe re derbasî Efrînê dibin.
Ji ber şerê Efrînê navbera Turkiyê û PYDê de sala 2018, 300 hezar kurd neçar bûn ji malên xwe derkevin, niha rêjeyeke mezin di kampên Şehbayê de ne, PYDê rê nade wan vegerin, tevî wê yekê jî, malbat bi qaçaxî derdikevin û rû li zêdê xwe dikin.
312
