Nivîskar Can Kurd: PYDê şêniyên Efrînê xapandin, vegerin warê xwe

Aug 14 2023

ARK NEWS... Li ser vegera malbatên kurd bo Efrîna Rojavayê Kurdistanê, siyasetmedar, nivîskar û çalakvan, hevnerîn in ku dibe rêgir li ber guhertina demografî û nasnameya kurdî ya Efrînê diparêzê û her pilanek hebe pûç dike.

Nivîskarê kurd Can kurd ku bi xwe ji gundê Meydankê ye, da zanîn ku xelkê Efrînê ji aliyê PYDê ve hatin xapandin û derxistin, bi soza 45 rojan ji wan re Efrînê vegerînin hatin derxistin.

Tekez kir: Lê ew yek bi cî nebû, lewma rêya herî baş bo rêgirîkirina guhertina demografî, vegera warê bav û bapîran e

Nivîskarê kurd bang li her aliyekî kir ku piştevan bin ji pêla vegerê re, nexasim sazî û rêxistinên kurdî, û romalkirina ragihandina kurdî ji pêlê re, di heman demê bang li koçberkiriyên Efrînê li kampên Şehbayê kir ku weke Filstîniyên 1948an nebin û ji vegerê bêpar nebin

Ji aliyê xwe Ehmed Hesen nûnerê Ehmed Hesen, nûnerê Encûmena Niştîmanî ya kurdî di nava Hevpeymaniya niştîmanî ya Oposizyona Sûriyê de tekez kir rojane bi dehan malbat vedigerin û ku rêya tekane ji rewşa Efrînê re veger e

Çalakvanekî kurd jî ji, teybet da zanîn ku tu carî pêleke weh mezin nehatiye tomarkirin, malbatên ku ji ber sedemên cuda cuda berbider, û penaber bûne yan hatibûn derxistin, bi her awayî be rû li bajar, navçe û gundên xwe dikin. Di van çend rojên dawiyê de, her roj malbat vedigerin, ji Turkiyê, tên, ji Helebê û kampên Şehbayê û lubnanê jî tên.

137