Hesen Salih: Opozisiyon dergehek e ji bo kurdan
Cîgrê sekreterê Partiya Yekîtî ya Kurd li Sûriyê, Hesen Salih got ku opozisiyon dergehek e ji bo kurdan û divê bihtir guhdan bi pirsên opozisiyonê bê kirin.
Di beşdariyeke xwe di bultena ARKê de, duh roja Sêşemê 06.11.2018an Salih got ku wan di civîna komîteya navendî ya partiya xwe de ku li Hewlêra paytexta Kurdistanê hat lidarxistin, tekezî li ser guhdaneke bihtir bi pirsên opozisiyona Sûriyê kirin, û ew dibînin ku opozisiyon dergehek e ji bo kurdan ji bo veguhestina pirsa kurdî li Sûriyê ji bo civaka navdewletî û berevaniyê di ber de.
Salih herweha got divê nûnerên Encumena Niştîmanî ya Kurdî li Sûriyê karê xwe dinava opozisiyonê de bihtir bikin, û ew ê daxwaz ji Kiwalisiyona Nişitîmanî ya Opozisiyona Sûriyê û Desteya Danûstankar bikin ku belgenameya navbera ENKS û Kiwalisiyonê de berçav bibin, û hewla pêşxistina wê belgenameyê bikin.
Belgenameya navbera Encumena Niştîmanî ya Kurdî li Sûriyê û Kiwalisiyona Nişitîmanî ya Opozisiyona Sûriyê di 27.08.2013an de hate imzekirin, ji 16 xalan pêk tê, di dawiya belgenameyê de hatiye ku "Encumena Niştîmanî ya Kurdî li Sûriyê ji bendeke xala sêyan nerazî ye ku dibêje (Sîstema Nenavendiya Rêveberî ji bo Sûriyê li gorî bihêzkirina desthilatên xwecihî) û dibîne ku başitirîn şêwe ji bo dewleta Sûriyê şêweyê dewleteke fidralî ye, û ENKS dê li ser bicîkirina wê yekê kar bike"
