Mihemed Ismaîl: Terorkirina serkirde Birhik weke terorkirina doza kurdî bû

Feb 23 2023

ARK NEWS... 22. 02. 2023, Li gundê Kevirê Dena yê bi ser bajarokê Çil Axa ya Dêrika Rojavayê Kurdistanê ve Partiya Demoqrata Kurdistan - Sûriya PDK-Sê salvegera 11an ya terorkirin û şehîdbûna serkirde û xebatkar Nesredîn Birhik ku bi destê çekdarên PYDê hatiye terokirin, vejand.

Di merasîmên vejandinê de serkirdayetî û rêxistinên Partiya Demoqrata Kurdistan – Sûriya PDK-Sê û şandekê ji serokatiya Encûmena Niştîmanî ya Kurdî û şandeyên partiyên siyasî beşdar bûn.

Herweha encûmenên xwecihî yên Encûmena Niştîmanî ya Kurdî û rêxistinên jinan û ciwanan û dezgeha malbatên şehîdan û kesayetiyên niştîmanî û cemawerên kurd jî beşdar bûn.

Tê de hejmarek gotar hatin pêşkêşkirin, gotina Partiya Demoqrata Kurdistan -Sûriya ji aliyê berdevkê fermî yê Partî Mihemed Ismaîl ve hat pêşkêşkirin.

Mihemed Ismîal di gotara xwe de got ku serkirde Nesredîn Birhik baca gotina rastiyê da, tu carî Partî ji kar û xebata xwe nayê xwar.

Ismaîl anî ziman jî ku terorkirina serkirde Birhik terorkirina doza kurdî û Partiya Demoqrata Kurdistan -Sûriya bû, lê çi qasî bikin tu carî nikarin vîna Partî bişkînin.

Ji bilî gotara PDK-Sê hejmarek gotin hatin pêşkêşkirin.

440