ENKSê roja roja Ala Kurdistanî bi coşeke mezin li Qamişlo vejand

Dec 18 2022

ARK NEWS... Encûmena Niştîmanî ya Kurdî li Sûriyê, roja Ala Kurdistanî duh 17ê Berçileya 2022yan, li bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê vejand.

Bi beşdarbûna cemawerê kurd, Encûmena Niştîmanî ya Kurdî li Sûriyê li navenda bajêr, roja Ala Kurdistanî vejand.

Di merasîman vejandinê de alên Kurdistanê hatin bilindkirin û xemilandin serbarî gotar hatin pêşkêşkirin.

Mihemed Ismaîl endamê Desteya Serokatiya Encûmena Niştîmanî ya Kurdî li Sûriyê, û berpirsê birêvebir yê Polîbîroya Partiya Demokrata Kurdistan Sûriya PDK-Sê, gotarek pêşkêş kir.

Di gotara xwe de behsa dîroka ala Kurdistanî kir û got ku ala kurdan e, û cihê şanazî û serfiraziya kurdan e.

Ismaîl herweha tekez kir ku ala Kurdistanî dê bimîne bilind û jor.

Serkirde Mihemed Ismaîl di dawiya gotara xwe spasiya kesên beşdar di vejdina roja Ala Kurdistanî de kir.

Tê zanîn ku 17ê meha weke roja Ala Kurdistanî ji aliyê perelmana Herêma Kurdistanê ve hatiye destnîşankirin, ji wê demê ve şêniyên kurd roja Ala Kurdistanî pîroz dikin.

Ş.E

229