Dr. Ebdulhekîm Beşar semînarek li kampa Giwêlan li dar xist
ARK NEWS... Dr. Ebdulhekîm Beşar endamê polîtbîroya Partiya Demoqrata Kurdistan - Sûriya PDK-Sê û cîgirê serokê Itîlafa niştîmanî, semînareke siyasî li kampa Giwêlan ya penaberan li Herêma Kurdistanê pêşkêş kir.
Di semînara xwe de Dr. Ebdulhekîm behsa dawîn pêşhateyên siyasî li Sûriyê û rawestandina piroseya siyasî kir,û li ser peywendiyên di navbera kurdan û opozisyonê de bi taybetî peywendiyên ENKSê rawestiya.
Tekez kir ku nûnerên ENKSê di nava Itîlafê de cihê xwe digirin, û li ser mêza danûstandinan de li Cinêv û formên Navdewletî yên di bin sîwana Neteweyên Yekbûyê de beşdar dibin da ku di avakirina Sûriya nû de alîkarbin û mafên kurdan yên Netewî biparêzin.
805