7 sal in, Pêşmerge Remedan Hisî şehîd bûye

7 sal in, Pêşmerge Remedan Hisî şehîd bûye

Apr 21 2022

ARK NEWS... Îro 7 sal li ser şehîdbûna Pêşmergeyekî Leşkerê Roj re derbas dibin, ku di şerê rûbirûbûna DAIŞa teror de şehdîd bûye.

Di rojeke weke îro, beriya 7 salan, di 21/4/2015an şehîdê Pêşmergeyê Leşkerê Roj, Remedan Fêsel Ibrahîm Hisî di şerê rêxistina DAIŞa teror, li Herêma Kurdistanê, di eniyên şer de, xwîna xwe kir qurbaniya axa welêt, û xwe kir cangoriyê Kurdisatnê.

Şehîdê Pêşmerge, sala 1997an, li gundê Xerabê Bajar yê ser bi navçeya Çil Axa, ya Dêrika Rojavayê Kurdistanê, ji dayîk bûye.

Malbata şehîd, bi girêdana xwe bi rêbaza Berzaniyê nemir dihatin naskirin, li gundê Delavê Kera, li devera Aliyan, ya herêma Dêrikê, jiyan dikirin.

Wekû kiryarên nijadperestî, li ser welatiyên Rojavayê Kurdistanê hatibûn sepandin, ew malbat jî, ji binpêkirinên rêjîmê, bê par neman, û zeviyên wan yên li gundê Dêrina Quliga, ji wan hatin standin, û desteserkirin, û li ser ereban hatin dabeşkirin, û belavkirin.

Piştre wek qereboyekê li şûna 300 hiktarên desteserkirî, bi tenê 4 hiktar, li gundê Şêro, ji wan re hatin pêşkêşkirin.

Ji ber wan kiryaran, malbat di cefa, û zehmetiyeke mezin dijiyan, lewma neçar bûn, berê xwe bidin Şama peytexta Sûriyê, da ku debara jiyana xwe dabîn bikin, û li Kiswê bi cih bûn, û li wir zaroktiya şehîd Remedan dest pê kir.

Ji 2003an ta 2009an, Xwendina xwe ya seretayî, li dibistana Nîhad Salihê xwend, lê ji ber şerê Sûriyê, û rewşa tevliheviyê ,nexasim xwepêşandan, û damezrandina şebîheyan, da ku bi qirkirin, û tunekirina xwepêşandan rabin, nikarî xwendina xwe berdewan bike.

Di despêka kirîzê de, şehîd rastî hewla revandinê hat, lê karîbû xwe ji revandinê rizgar bike, piştî wê, bavê şehîd neçar bû, herdu kurên xwe bişîne Herêma Kurdistanê.

Sala 2013an de, şehîd Remedan, û bireyê wî yê mezintir Ibrahîm, navên xwe di refên Pêşmergeyan de tomar kirin, lê ji ber nebûna xuleyan di wê demê de, di 26/10/2014an, tevlî xuleke Pêşmergeyan li Benislawa Hewlêrê bû, û di Lîwaya 1ê, Fewca 3iyan de, cihê xwe girt .

Piştî du mehan ji rahênan, û perwerdekirinê, tevlî rêhevalên xwe di şerê DAIŞa teror bû, di rizgarkirina gundê Herdan, Til Şebek , Şengal, û Zorava deşdar kir, piştre, ji bo Helûm, Bîra Helûm, û Xerayic vekişyan hata ku, piroseya rizgarkirna Bendava Mûsilê, Til Rîm, Til Zeheb û Şindox despê kir, û salekê li Til Rîm ma.

Şehîdê Pêşmergeyê Leşkerê Roj, Remedan Fêsel Ibrahîm Hisî, di 21 Nîsana 2015an, li gundê Herdan, li deşta Malih li dijî rêxistina DAIŞa teror şehîd bû, û li kampa Kewregoskê ya penaberên Rojavayê Kurdistanê, bi xak hat spartin.

Ş.E


631