PDK-Sê ji bo serokê Barzanî: Em hevpeşê xema we ne

PDK-Sê ji bo serokê Barzanî: Em hevpeşê xema we ne

Dec 21 2021

ARK NEWS... Partiya Demoqrata Kurdistan - Sûriyê PDK-Sê roja Duşemê 20 Berçileya 2021ê, birûskeke behîdariyê arasteyî serok Mesûd Barzanî û herdu serokên Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Herêma Kurdistanê derbarê qurbaniyên lehiyê li Herêma Kurdistanî kir.

Partiya Demoqrata Kurdistan – Sûriyê PDK-Sê derbarê diristbûna kareseta sirûştî li Herêma Kurdistanê, ku di encama lehiyê de 12 kesan jiyana xwe ji dest dabûn, birûskek behîdariyê arasteyî serok Mesûd Barzanî û Nêçîrvan Barzanî serokê Herêma Kurdistanê û serokê Hikûmeta Herêmê kir.

Di birsûka behîdariyê de PDK-Sê serxweşî li serok Barzanî û gelê Kurdistanê bi giştî û malbatên şehîdan bi taybetî kir, û xwe bi hevbeşê xemê zanî, û daxwaz ji Xwedayê mezin û dilovan kir, ku canê wan şehîdan bi bihişta berîn de şad bike û sebir û aramiyê bi hemû aliyekî bibexşe.

475