Peyama Serok Barzanî ya bi helkefta roja Rojnamegeriya Kurdî

Peyama Serok Barzanî ya bi helkefta roja Rojnamegeriya Kurdî

Apr 22 2021

Peyama Serok Barzanî ya bi helkefta roja Rojnamegeriya Kurdî
Bi navê xwedayê mezin û dilovan

Bi helkefta sed û bîst û sêyemîn salvegera derketina yekemîn rojnameya Kurdî ku hevdema roja rojnamegeriya Kurdî û salvegera damezrandina Sendîkaya Rojnamevanên Kurdistanê ye, germtirîn pîrozbahiyên xwe pêşkêşî rojnamevan û medyakarên Kurdistanê dikim.

Rojnamevan û medyakar erkê hişyarkirinê û gihandina zanyariyan bi civaka wan li ser milê wane ku li rastiyê da erkeke pîroz û hestiyare û rojnamevan roleke girîng li rênişanderiya raya giştî û pêşxistina civakê da heye.

Pêwîste ragihandin û rojnamegeriya Kurdî çekeke bihêz bê li destê gelê Kurdistanê ya ji bo berevanîkirina li mafên rewayên mîlletê me û her wiha nasandina doza rewaya gelê me bi hemû cîhanê û li heman demî de jî giraniya kûrtirkirina çanda aştîxwazî û pêkvejiyan û mirovdostiyê be.

Her wiha daxwaza min ji rojnamevanên xweşdivî eweye ku rûbirûyê wan gef û êrîşên rêkxistiya ragihandinê bibin ku ji bo dijayetîkirina îradeya gelê Kurdistanê li aliyê nehezên gelê Kurdistanê ve birêve diçe.

Li vê bîranînê de daxwazê ji hemû rojnamevan û medyakarên xweşdivî û dezgehên ragihandinê dikim ku wê erka xwe ya pîroz li çarçêweya pêverên rojnamegeriya profesyonel û rastgoyî û li ber çav girtina biha û berjewendiyên bilindên welat de encam bidin.

Hêviya serkeftinê ji bo hemû rojnamevanên Kurdistanê re dixwazim.

Mesûd Barzanî
22.04.2021

247