Çekdarên Elnuxbe li Efrînê şanoya Kela Hûrî ya şûnwarî ji binî ve wêran kiriye

Çekdarên Elnuxbe li Efrînê şanoya Kela Hûrî ya şûnwarî ji binî ve wêran kiriye

Feb 27 2021

ARK NEWS... Di çarçoveya guhertina demoxrafiya herêmê, û qirkirin û tunekirina nasnameya Kurdî, grûpên çekdar cihekî şûnwarî li Efrîna Rojavayê Kurdistanê ji binî ve, wêran kir, û bi trêx û bildozeran ew şûn têk da.

Rêxistina Mafê Mirovan li Efrînê ragihand ku çekdarên Elnuxbe yên destê xwe danîne ser kela Hûrî, û gundewarên wê, bi trêx û alavên mezin cihê şanoya kela Horî li navçeya Şera bi temamî wêran kirine.

Heman rêxistinê nîşan bi wê yekê da ku ji serê sala 2021ê de dest bi wê proseyê kirine. Rêxistina mafê Mirovan wêneya şanoya kela Hûrî piştî ku hatiye wêrankirin belav kir, tê de diyar dibe ku bi temamî hatiye hilweşandin û têkdan.

Ş.E

277