Rûsiya wê 26 dergehan ji bo vegera Sûriyan veke
Sep 14 2018
Wezareta derve ya Rûsiyê ragehand, ku wê 26 dergehên din ji bo vegera penaberên Sûriyê vekin.
Serokê navenda Rûsî ya pêşwaziya penaberan Fladîmêr Saftişînko diyar kir, ku ji ber hijmara mezin ya penaberên ku dixwazin vegerin welatê xwe amedekarî tên kirin ji bo vekirina 26 dergehên din dinav wan de 2 dergehên deryayî û 3 dergehên asmanî hene.
Saftişînko herweha eşkere kir, ku neha 10 dergeh li Sûriyê kar dikin, ku derdora 42 hezar kesî bi riya wan dergehan derbasî Sûriyê bûn, û tekez kir ku pilanên wan li gorî nexşe riyê tê encam dan bi hemahingî li gel rêjîma Sûriyê.
710
