Koçadawiya Mihemed Dûman derdanek mezin e ji hunera Kurdî re

Koçadawiya Mihemed Dûman derdanek mezin e ji hunera Kurdî re

Aug 22 2020

Koçadawiya Mihemed Dûman derdanek mezin e ji hunera Kurdî re
Şêxo Efrînî _ Rojnameya Kurdistan

Tevî ku sala 2020an hîn jî bi dawî nehatiye, lê salek reş e di dîroka hunera Kurdî de, nexasim li ser Rojavayê Kurdistanê, tê de hunermendên qedirbiha û qedirgiran ji nav me ber kirin.

Di destpêke de, hunermend Seîd Yûsif di rêkefta 26ê meha Sibatê xatir ji me xwest. Herwiha piştî wî bi çend heyvan di 4ê Gulanê de hunermend Seîd Gabarî jî ji nav me bar kir.
Di 5ê Gelawêjê de (Tebaxê) dîsa hunera Kurdî stêrkek ji dest da, ew jî kemanjenê navdar Mihemed Dûman e.
Mihemed Dûman, navê wî yê resen Mihemed Xelîl Xazî ye, ji şêniyên bajarê Kobanê yê Rojavayê Kurdistanê ye, lê bi koka xwe ji Kerkûkê ye.

Di sala 1929an de li navçeya Şêran yê Kobanê hatiye dunyayê, li Herêma Kobaniyê mezin bûye, gund bi gund geriyaye. Ji biçûkaniya xwe ve fêrî kemanceyê bûye, lewma ji kesên yekemîn e li Rojavayê Kurdistanê ku li kemanceyê dane.

Di ber lêdana kemanceyê de, gelek stranên gelerî û kulturî vejandine û gotine. Di pir karên hunerî bi hunermendên navdar, mîna Baqê Xido, Cemîl Horo, Elî Tico, Buhar Xan û hin hunermendên din re beşdar kiriye û bi hev re berhem derxistine.

Mihemed Dûman, bi hersê zaravayên soranî, kurmancî, zazakî, û bi zimanên erebî û turkî diaxvî.
Ta 2014an li Kobanê bû, piştî şerê DAIŞa teror, penaberî Bakurê Kurdistan bû.

Beriya jiyana xwe ji dest bide, di perçevîdiyoyekê de, bi dilekî melûl lêbûrîna xwe ji şêniyên Kobanê xwest û xêrê ji hemûyan re dixwaze, û hêvî dike ku careke din vegere Kobanê, lê qedera wî ew bû ku, di 91 saliya xwe de koça dawiyê bike, û çavên xwe bi dîtina Kobanê kil neke, û kul, keser û hesret di dilê wî de bimînin.

Wesiyeta hunermend ew e ku li zêdê xwe bi axê were spartin, lê li Bakurê Kurdistanê hat veşartin û biryar e, piştî rewş asayî bibe, û korona nemîne termê navbûrî ji bo Kobanê were veguhestin.

Di dawiyê de tiştek ji destê me dernakeve ji bilî em lavayan jê re bikin ku Xwedayê mezin di bihuşta xwe de şa bike. Dê her bimîne zindî, nifşên bê jî dê li ser deng û awazên Mihemed Dûman mezin bibin.


Gotar bi tenê nerîna nivîskar nîşan dide

581