Efrîn... 3 Salin û 2 keçên Kurd liser destê çekdarên PYD hatine revandin

Efrîn... 3 Salin û 2 keçên Kurd liser destê çekdarên PYD hatine revandin

Jul 05 2020

ARK NEWS .. Di berdewamiya belgekirina navên zarokên revandî ji aliyê PYD vê , ARKê kariye navên du zarokên kurdên Efrîna Rojavayê Kurdistanê ku berya Sê salan hatine revandin eşkere bike.

Jêderên nêzîk ji malbatê taybet ji ARKê re ragihandin ku herdu zarokên bi navên Emel Ebdo ji dayikbûya sala2005 an , û Renda Umer Bekir ji dayikbûya sala 2006 an, ji sala 2017an ve li ser destê çekdarên PYD hatine revandin .

Jêderên nêzîkî ji malbatê dane zanîn ku ji dema herdu keçên kurd li ser destê PYDê hatine revandin û heta weke îro tu zanyariyek li ser çarenivîsa wan ne hatiye zanîn .

Emel Ebdo xelka gundê Xedreya ye , û Renda Umer Bekir xelka gundê hazra ye , û herdu gund ser bi devera Bilbilê ve ne.

443