ENKSê Li ser nûçeya gihiştina rêkeftineke dawî bi PYDê re daxuyanî da

ENKSê Li ser nûçeya gihiştina rêkeftineke dawî bi PYDê re daxuyanî da

May 09 2020

ARK NEWS... Desteya Serokatiya Encûmena Niştîmanî ya Kurdî li Sûriyê, îro 9ê gulana 2020 daxuyaniyek derbarê nûçeya gihiştina ENKSê û PYDê ji rêkeftinekê re belav kir. Tê de wiha hatiye:

Rûpelên torên civakî li Herêma Kurdistanê, nûçeya gihiştina ENKSê û PYDê ji rêkeftineke dawî bi kedên Emerîkî û bi serperştiya nûnerê Emerîkî belav kir, û ameje bi rola birêz Lahor Şêx Cengî di wê yekê de kir.
Di vê derbarê de ENKSê radigihîne:

1-Diyalogek navbera ENKSê û PYDê bi navbênkariya Emerîka heye, lê hîn jî negihiştine tu rêkeftineke dawî.

2-Tu rolek keseyatiya Şêx Cengî ne di amedekirin ne jî di diyalogê de heye, û bi tu şêweyî navbênkariya wî yan aliyê siyasî yê bi ser ve nebû navbênkar, û tu rola wî tune ye.

ENKSê tekez dike ku serokatiya Herêma Kurdistanê ew aliyê alîkar bû, ji ber ku serpireştiya rêkeftinên berê yên li Hewlêr û Duhokê dikir.

Ş.E

456