Barzanî piştevaniya xwe ji Kazimî re ragihand
Apr 10 2020
ARK NEWS... Serok Mesûd Barzanî di peywendiyeke telefonî da piştgîriya xwe ji bo Mistefa Kazimî ragihand
Roja Pênçşem 09.04.2020 Serok Mesûd Barzanî li rêya telefonê peywendiyê bi Mistefa Kazimî Serok Wezîrê raspardiyê Hikûmeta Iraqê kir.
Di peywendiya telefoniyê da Serok Barzanî piştgîriya xwe ji bo raspardina Mistefa Kazimî ya ji bo Serokayetiya Hikûmeta Iraqê ragihand û ji bo wî hêviya serkeftinê xwest.
Serok Barzanî hêvî xwest ku ev hengav bibê sedema hevdû nêzîkbûna hemû pêkhatên Iraqê û pir û derbasgehek jî bê ji bo çareserbûna kêşe û qeyranên Iraqê.
277