Serok Barzanî serxweşî ji malbatên hedu Pêşmerge re xwest
ARK NEWS... Duh, 8ê Nîsana 2020î, Serok Mesûd Barzanî nameyek sersaxiyê ji malbatên herdu şehîdên Pêşmerge re şand. Naveroka nameyê ev e:
Bi navê xwedayê mezin û dilovan
Bi xemeke zêde şeva derbasbûyî li encama êrîşa terorîstan ya li ser sengerekî Pêşmerge û rûbirûbûna hêzên Pêşmerge û terorîstên Da'îş li tixûbê bajaroka Kuleco li Germiyan dû Pêşmergeyên ser bi Lîwaya Pêncê Piyadeya Wezareta Pêşmerge yên bi navên Îsmaîl Faris Resûl û Sûrkêw Heme Reşîd Parezanî şehîd bûn.
Pirse û serxweşiya xwe pêşkêşî malbat û kesukarên serbilindên şehîdên şeva derbasbûyî ya Kuleco dikim û xwedayê mezin hedar û aramiyê bi hemû aliyek bibexşê.
Ev cûre êrîş belgeyeke rûne li ser wê yekê ku terorîstên Da'îş xwe rêkxistine û gefeke berdewamin li ser asayîş û jiyana welatiyan. Her ji bo wê yekê jî pêwîste ji navbirin û nehiştina terorê wekî ewlewiyetekî serekiya Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Iraqê û hevpeymanan bimîne.
Mesûd Barzanî
08.04.2020
284