Sînem Xan: Şivan kî ye behsa Qazî û Şêx Seîd bike, bila dengê xwe bibire
ARK NEWS... Keça Mîr Celadet Bedirxan, bersiva hunermend Şivan Perwer da û gotinên wî bi bê edebî binav kir.
Şînem xan Bedirxan li gor malpera Rûpela Nû weha bersiv daye:
“Bi mixabinî min ew gotinên Şivan Perwer guhdar kirin ku tiştekî, kirêt, nexweş û bê edebî ye. Divê tiştên ku ne hedê wî bin nebêje. Şivan kî ye ku behsa Qazî Mihemed û Şêx Seîd û yên din dike.
Ya ji hemiyan çêtir ew e ku bila Şivan lêborîna xwe bixwaze û dengê xwe bibire. Xwe kiriye mirov mixabin. Dema tê li Kurdistanê rûdine, hikûmeta Kurdistanê qedrê wî digire û malê jê re çê dike û her tiştî dide wî. Divê bêje ez li Kurdistanê me û qîmetê didin min, ne biçe behsa xelkê bike. Haseten li vê dema ku parçeyek Kurdistana me azad e û em li ser erda xwe bi azadî dijîn, zimanê xwe dipeyivin û li bin ala xwe digerin, Şivan efendî radibe van gotinan dike.”
!
Beriya çend rojan Şivan Perwer di rêya hevpeyvînekê de li kenala NRT, sifkatî bi rêber û şoreşvanên Kurd kiribû, tevî malbata Şêx Seîd daxwaza lêborînê jê kiribû, lê Perwer li ser nerîne xwe rijd ma û lêborîn nexwest.
Ş.E
1917
