Pêdirson: Eger heye di Sibat yan Adarê de civînek ji bo destûrê li dar bikeve
Jan 25 2020
ARK NEWS .. Şandiyê Navnetewî yê taybet ji bo Sûriyê Gêr Pêdirson dibêje eger heye komîta destûra Sûriyê civîneke xwe ya nû di meha Sibatê de yan jî Adara bê de li dar bixe .
Di çarçoveya beşdariya xwe li korbenda Davosê ya abûrî de Pêdirson got, ku ew bi hêvî ye derfetek ji bo lidarxistina civîna komîta destûra Sûriyê di meha Sibatê de yan jî di Adara bê de hebe .
Di demeke pêştir de, û di heman helkeftê de Cînîver Fînton berdevka bi navê Pêdirson jî ragihandbû, ku Pêdirson bi niyaz e Îna bê seredana Moskoyê bike û li gel wezîrên derve yê berevaniyê ji bo heman babetê bicive.
553
