Mezlûm Kobanê bersiva Sêrgî Lafrov da

Mezlûm Kobanê bersiva Sêrgî Lafrov da

Jan 18 2020

ARK NEWS .. Hêzên Sûriya Demoqrat, QSDê li ser zarê fermandarê xwe Mezlûm Kobanê, bersiva daxuyaniyên Sêrgî Lafrov li ser rûpele xwe ye fermî li tiwîterê da.

Kobanê di tiwîta xwe de da zanîn: Derbarê çarenivîsa girtiyên DAIŞê, hemahengiyek nîv rojana navbera QSDê, û aliyên navdewlatî, herwiha Emerîka û Rûsiyê de heye.

Mezlûm Kobanê bal kişand ser wê yekê jî: Tevî karîn û şiyanên kêm, û gefên Turkiyê li ser selametî û ewlehiya girtîgehên DAIŞê, lê di rêvebirina doseya girtiyan de, û parastina ewlekarî û aştiya navdewletî de, bi ser ketin.

Wezîrê Derve yê Rûsiyê Sêrgî Lefrof ragihandbû: Rûsiya vekolînê ji agahî û zaniyariyên ku dibêjin QSDê li hember pereyan, terorîstên DAIŞê serbest berdide, dike.

Daxuyaniyên Sêrgî Lefrof, Wezîrê Derve yê Rûsiyê, di çarçoveya kongireke rojnamevanî derbarê amarên karên Wezareta Derve ya sala 2019an de hat, û serbar kiribû ku rûbirûbûna terorê li Sûriyê ji karên pêşîn yên Rûsiyê ne, û çareserkirina kirîza Sûriyê di qonaxên xwe yên dawiyê de ye.

Navbûrê ameje pê kirbû ku, derdora 10 hezar ji terorîstên DAIŞê li Rojhilatê Ferêt de hene, û ew ji nûçeya ku dibêje QSDê li hember nirxekî destnîşankiriî, terorîstên DAIŞê serbest berdide, vekolîn û lêpirsînê dike.

Piştî rizgarkirina bajarên Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê ji destê DAIŞê, bi hezaran ji terorîstên DAIŞê bi malbatên xwe ve ketin bi destê QSDê de, ji wê demê ve, bi navbênkariyên êlên ereban herwiha di bone û helkeftan de, girtiyên DAIŞê têne serbestberdan, û ew yek bûye cihê dilgiranî û nerazîbûna aliyên xwecihî û hin aliyên navdewletî.

Ş.E

380