Nêçîrvan Barzanî: Kurdistan cihê pêkvejiyan û azadiya hemû pêkhatên neteweyî û olî ye

Nêçîrvan Barzanî: Kurdistan cihê pêkvejiyan û azadiya hemû pêkhatên neteweyî û olî ye

Jan 07 2020

ARK NEWS .. Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi helkefta cejna jidayîkbûna Hezretî Mesîh, pîrozbahî peyrewên Dêra Ermenî ya Ortodoks kir û got ku Herêma Kurdistanê derguşa pêkvejiyan, lêborîn, maf û azadiyên hemû pêkhatên neteweyî û oli ye.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi boneya cejna ji dayîkbûna Hezretî Mesîh peyameke pîrozbahiyê arasteyê peyrewên Dêra Ermenî ya Ortodoksê kirin.

Nêçîrvan Barzanî got: “Cejna ji dayîkbûna Hezretî Mesîh bi germî li hemû xwişk û birayên peyrewên Dêra Ermenî ya Ortodoksê li Kurdistan û Iraq û cîhanê pîroz dikim. Hêvîdar im cejin li navçeya me bibê cihê xêr û xweşiya Kurdistaniyan û aramiya hemû gelan.”

Nêçîrvan Barzanî di beşeke din a peyama xwe de dibêje: “Herêma Kurdistanê mehtik û landika pêkvejiyan, lêborîn, maf û azadiyên hemû pêkhatên neteweyî û olî ye. Li vê bîranînê de em tekezî li ser parastin û bihêztirkirina bingehên vê çand û bihayan dikin û em hemû pêkve bi navê kûrtirkirina wan kar dikin. Cejn û bêhnvedaneke aram ji bo hemuyan dixwazim û hemû salê di xweşiyê de bin.”

409