Gera14an ya Asîtanayê: Tu otonomiyekê li Sûriyê napejrînin
Dec 12 2019
ARK NEWS .. Welatên gerantor redkirina xwe ji her otonomiyekê li Sûriyê raghandin.
Di daxuyaniya dawiyê ya gera 14an de ya danûstandinên Asîtanayê derbarê Sûriyê roja Çarşemê 11.12. 2019, welatên gerantor ragihandin, ku ew her destpêşxeriyekê ji sepandina her otonomiyekê li Sûriyê bi buhaneya rûbirûbûna terorê qebûl nakin .
Li gor ragihandina Rûsiyê belav kiriye welatên gerantor Îran, Turkiya û Rûsiyê di daxuyaniya xwe de amaje bi giringiya parastina desthilatdariya Sûriyê û yekbûna xaka wê û pêwîstiya karê komîta destûrî bê destwerdana ji derve tekez kirin.
560
