UNICEF li ser komkujiya Til Rifetê dilgiran e
Dec 05 2019
ARK NEWS .. Rêxistina UNICEF behsa komkûjiya ku derheqê zarokên Efrînê li Til Rifet hatiye encamdan kir, û dilgiraniya xwe anî ziman.
Rêxistina UNICEF ya taybet bi zarokan li ser rûpela xwe ya fermî ragihand, ku ew dilgran in li ser wê komkujiya di derheqê zarokên Efrînê li bajarokê Til Rifet hatiye encamdan.
Rêxistina navbûrî serbar kir, ku di meha bûrî de 34 zarok li Bakûrê Sûriyê jiyana xwe ji dest dane. Piştî topbarana ji aliyê girûpên çekdar yên ser bi Tirkiyê ve li ser bajarokê Til Rifetê 9 zarok li gel 2 welatiyên bitemen jiyana xwe ji dest dan, û şehîd bûn.
559