Nêçîrvan Barzanî: Doza Kurd li navçeyê pirseke mezin e û çareserkirina wê beşeke giring e ji bo aştiyê

Nêçîrvan Barzanî: Doza Kurd li navçeyê pirseke mezin e û çareserkirina wê beşeke giring e ji bo aştiyê

Nov 21 2019

ARK NEWS .. Serokê Herêma Kurdistanê beşdarî duyemîn roja Dîdara Aştî û Asayiş li Rojhilata Navîn a Zanîngeha Emerîkî-Kurdistanî li Duhokê bû û di gotarekê de ragihand, “Doza Kurd pirseke mezin e li navçeyê û çareserkirina wê beşeke giring a pêkanîna aştiyê li navçeyê ye.”

Serokê Herêma Kurdistanê, Nêçîrvan Barzanî di destpêka gotara xwe de spasî û destxweşî li hemû wan kesan kir, ku di sazkirina vê konferansê de li Duhokê beşdar bûne û bi xêr hatina mêvanên derve kir.

Nêçîrvan Barzanî ragihand, asayiş û aştî li Rojhilata Navîn mijarên gelek giring ên navçeyê û cîhanê ne û diyar kir: “Pirsgirêkên Rojhilata navîn ne tenê asayiş û pêwendiyên welatên navçeyê tûşî krîzê kiriye, lê belê bûne metirsî û gef bo ser aştî û berjewendiyên welatên mezin û cîhanê jî.”

Di berdewamiya axavtina xwe de, Nêçîrvan Barzanî amaje bi rewşa navçeyê kir û got: “Tişta ku li navçeyê çê dibe, encama şaşîtî û kombûna pirsgirêkên berê û nexşeya jiyosiyasî ya piştî şerê cîhanî yê yekem e ku komek kêşeyên siyasî li navçeyê bê çareser hişt û ji wan jî doza Kurd.”

Nêçîrvan Barzanî derbarê Doza Kurd de jî destnîşan kir, ku “Doza Kurd pirseke mezin e li navçeyê û çareserkirina wê beşeke giring a pêkanîna aştiyê ye li navçeyê.”

Serokê Herêma Kurdistanê bi gotina piştî Buhara Erebî şerê bi wekalet li navçeyê dest pê kir, da xuyakirin: “Piştî Buhara Erebî û rûxana rejîma berê ya Iraqê, rola hin welatan li navçeyê lawaz bû, hin dewletan ji bo ku bibin hêza yekem û pêşeng li navçeyê, dest bi rikeberiyê kir. Ew bûne sedema serhildana şerê bi wekalet û milmilaniyên navçeyî. Zemîne ji bo destwerdana serbazî ya navdewletî çê bû. Ew bûye sedema germbûna şeran û kêmbûna derfeta navbênkariyê, ji ber ku hêzên navdewletî li cihê rola xwe ya navbênkariyê, bûne beşek ji şer.”

Nêçîrvan Barzanî tekezî li ser berdewamiya metirsiya DAIŞê kir û da xuyakirin, “DAIŞ hêj jî gef e li navçeyê û li seranserê cîhanê, him weke îdeolojî û him weke komeke çekdarî.”

Serokê Herêma Kurdistanê amaje bi hewldanên Herêma Kurdistanê bo dabînkirina asayişê li herêmê kir û got: “Stratejiya me belavkirina istiqrar û pêşkevtinê li Herêma Kurdistanê, li tevahiya navçeyê ye.”

340