Esîna .. Penaberên Sûriyê bi kincên werzişî desthelat xopandibûn

Esîna .. Penaberên Sûriyê bi kincên werzişî desthelat xopandibûn

Sep 24 2019

ARK NEWS .. Li firokxaneya Esîna ya paytexta Yûnanê, girûpek ji penaberên Sûriyê dema dixwestin bi şêweykî ne yesayî û bi peseportên sextekarî berê xwe bidin Siwîsra, hatin binçavkirin.

Li gor rojnameya Lofîgaro ya Firensî ragihandiye, ku polîsên Yûnanê 10 ji penaberên Sûriyê, ku bi cil û bergên werzişî yên toba destan, desthelatdar xapand bûn binçav kirin .

Ji blî cil û bergan, peseportên sextekirî yên ne fermî bi dest wan bûn, û dixwestin bi wê fêl û hîletê berê xwe ji Yûnanê bidin bajarê Zîwrîx yê Siwîsra.

Heman rojnameyê li ser zarê polîsa Yûnanê tekez kiriye ku, penaberên Sûriyê heman cil û berg û kel û pelên taybet bi tîma topa destan li xwe kirbûn, da ku gûmanan li ser xwe rakin, lê di dema pişknînê hatin eşkerekirin û binçavkirin.

Ş.E

441