Cozêf Danford : Pêwîstiya me bi 60 hezar şervan heye

Cozêf Danford : Pêwîstiya me bi 60 hezar şervan heye

Sep 07 2019

ARK NEWS .. Emerîka li ser zarê Serokê Desteya Erkana xwe hijmara hêzên dê li şûna QSDê bigirin eşkere kir û got pêwîstî bi dehê hezaran ji şervanên xwecihî hene .

Serokê Desteya Erkana Emerîkî Cozêf Danford ragihand ku welatî wî pêwîstî bi derdora 50 – 60 hezar ji hêzên xwecihî hene da ku bi karê dabînkirina aramî û ewlehiya Bakurê Sûriyê ango li Rojavayê Kurdistanê rabin .

Her di berdewamiya axaftina xwe de û di bersivdana li ser pirsên ku jê dihatin kirin li semînareke Encûmena Peywendiyên Derve li ser mijara Sûriyê amaje kir ku rêxitina DAIŞê paşve çûye lê hîn jî li ser hebûna xwe li Sûriyê û Iraqê parastî ye, û tekezî li ser berbelavkirina ewlehiyê li herêmên ku ji destê DAIŞê derdikevin kir .

Her di vê berbarê de navbûrî bal kişand ser ku gelek kar li pêşiya wan e, û ew pêşbînî dikin ku divê ta 60 hezar şervan ji hêzên xwecihî rahênan bikin û tekez kir ku ta niha nîvê wê hijmarê hatine damezrandin û rahênankirin .

Derbarê metirsiyê Turkiyê li ser ewlekariya sînorê xwe Serokê Desteya Erkana Emerîkî Cozêf Danford

û Emerîka da diyarkirin ku li cem Turkiyê metirsiyên rewa li ser sînorê xwe hene
beriya demekê navnenda operasyonên hevbeş derbarê herêma Aram damezrand û dê peywendiyeke telefonî bi hevşanê xwe yê Turkî re pêk bîne serbar kir ku di nerîma wî de ye ku ew dikarin metirsiyên Turkiyê ber çav bigirin .

ji dema behsa Herêma Aram tê kirin û ne zelaliyek derbarê şêwa, awa û çawaniya damezrandinê, û hêz û aliyên siyasî yên ku tê beşdar in heye, ne diyar e, lê her aliyek dizawaze rola xwe ya siyasî û leşkerî tê de hebe
Ş.E

426