Efrîn .. Kurd ji hilmetên revandinê êdî bêzar bûne

Efrîn .. Kurd ji hilmetên revandinê êdî bêzar bûne

Aug 26 2019

ARK NEWS .. Li Efrîna Rojavayê Kurdistanê binpêkirin di dergeqê welatiyên Kurd yên ku bi xak û zeviyên xwe ve girêdayî ne, berdewam in . Ji bilî kuştin û desteserkirina malên Kurdan, piroseya revandina Kurdan bi tometên cuda cuda berdewam e.

jêderên agahdar duh 25ê Tebaxa 2019an ragihandin ku girûpên çekdar li taxa Eşrefiyê welatiyê bi navê Henan Emîn Îbo revand, ku ev e cara duyê ye tê revandin . Li gundê Çeqela yê Şiyê jî, çekdarên Emşat welatî Edhem Enwer Xelîl, ku bi xwe ji gundê Memila yê Raco revand, ji bo cihekî ne diyar bir .

Ji despêka derbasbûna Turkiyê û girûpên çekdar, kiryar û binpêkirin di derheqê Kurdan de berdewam in, hîn jî sînor ji pêkînerê wan kiryaran re nehatine dayîn, rojek bi bê tomarkirina binpêkirinan derbas nabin .

Ş.E

542