41 penaberên Sûrî li Deryaya Turkiyê hatin desteserkirin
Aug 20 2019
ARK NEWS .. Hêzên deryayî yên Turkiyê bi dehan penaberên Sûrî yên ku dixwestin derbasî nava xaka Yonanê bibin desteser kirin .
Jêderên ragihandinê yên Turkiya li wîlayeta Balîksîr gotin : Li hember kenarên bajarokê Îfalîk 41 penaberên Sûrî ku dixwest bi neyasayî derbasî nava xaka Yonanê bibin desteser kirin
.
Weke jêderên Turkî dane zanîn ku ji wê jimareyê 18 zarok in û 10 jin in .
544
