Şoreşa ku mîr Celadet agirê wê pêxstibû berdewam e

Şoreşa ku mîr Celadet agirê wê pêxstibû berdewam e

Jul 16 2019

Şoreşa ku mîr Celadet agirê wê pêxstibû berdewam e
Idrîs Hiso

Îsal 68 sal di ser koça dawî ya mîr Celadet Bedirxan re derbas dibin. Bedirxanî û di dawiya desthilata Osmaniyan de dixwestin Kurdistanê ji bin nîrê dagîrkerî û bindestiyê rizgar bikin.
Lewma ev malbat rastî hemû kiryarên hovane yên desthilatê hatin û biryara sergûniya wan ji Kurdistanê derhat û êdî ew li seranserî cîhanê belavbûn.

Piştî ku hemû hêviyên Kurdan bi avakirina welatekî serbixwe sernegirtin û bendên rêkeftina Sîver derbarê Kurdistanê pêknehatin û Sîver bi rêkeftina Lozanê hat guhrtin û sînorên welatên nû li Rojhilata Navîn hate danîn û hemû sozên ku Kemaliyan dabûn Kurdan bi derew derketin û Kemalî piştî qirkirina Ermenî, Yonanî, Bulgarî û hin neteweyên din di hindirê Tirkiya nû de, li Kurdan zîvirîn û xwestin Kurdan jî ji holê rakin di bin durşma Yek Milet, Yek Ala li Tirkiyê heye, û di bin durşmên mîna Her Kesê Li Tirkiyê Dijî Tirk e, tawanên cengî li dijî xelkên Kurdistanê yên sivîl li gund û li bajaran hatin kirin.

Herwiha desthilata Kemal Ataturk biryara derkirina hemû zana û mezinên Kurdan dide da ku miletê Kurd bê rêber û zana bimîne û bibe êsîrê nezanî û di bin nîrê tirsê de û herdem ji xwenebawer û çavşiketî bimîne.
Ji ber van hokaran û piştî ku Bedirxaniyan naskir ku xewna welatekî serbixwe bi navê Kurdistanê heta demkê nema pêktê û piştî hat famkirin ku pilan û pîlan ew e ku kurd wek çand û kesayetî were qirkirin, dest bi şoreşa xwe ya çand û rewşenbîriyê kirin.

Li serê vê şoreşê jî mirov dikare mîr Celadet bibîr bîne.

Mîr Celadet piştî sergûn kirina xwe ji welat û çûna ber bi Elmaniya ve û bi destxistina xwendinek bilind û piştî xebatên berfireh yên di heyamê cenga cîhanî ya yekem hat û li Şamê paytexta welatê ku nav lê hat kirin Sûriyê bicih bû û piştî hewldanên leşkerî û serhildanê li dijî Tirkiyê ser negirtin. Mîr di 15.05.1932 dest bi weşana Kovara xwe ya herî bi nav û deng Hawar kir, di Hewarê de elfebeya xwe belavkir û xwest zimanê Kurdî ji devkî bibe zimanê nivisandin û weşandin û zanistê, herwiha xwest hemû encamên xebata xwe di ware ziman, keltur û çanda Kurdî bi rêka Hewarê di nav gel de belav bike. Girîngiya Hawar ji wê yekê tê ku mîr Celadet xwestiye bi riya vê kovarê xwendin û nivisandina bi Kurdî di nav Kurdan belav bike, û zimanê Kurdî bike zimanê çand, huner û jiyanê bi xwendin û nivisandin ji ber mîr didît bi parastina zimanê Kurdî wê Kurd werin parastin û heger Kurd werin parastin ew berxwedana herî mezine li dijî pilan û pîlanên Ataturk û nijadperstên Tirkan.

Ji bilî belavkirina Ziman, Hawar dibe mîna dergehekî ji hemû rewşenbîr û zanayên Kurdan ku têde berhemên xwe biweşînin û herwiha bû deriyek ji bo danheva çîrok, stran, dastan û efsaneyên Kurdî, û hewar bû dibistanek ku heta niha jî di nav Kurmancî de em li ser bingeh û şêweyên Hawarê berhemên xwe encam didin.

Mîr dixwest Kurd hemû bi yek elfebêtê binvîsin lewma derbarê vê yekê dibêje ku, pêngava yekem di riyê de yekirtina tîpan e –yek elfeba-.
Herwiha kurdeyetiya mirov bi zimanê wî ve girê dide û dibêje, bi kurdî bixwîne û binvîse an jî nebêje ez Kurd im.

Bi vê wateyê mîr agirê şoreşa çandî pêxist. Û ev şoreş berdewam e, hemû şoreşên din bi demekê detpêkirin û di demekê de agirê wan vemirî, helbet her şoreşekê penca xwe di jiyan û xebata Kurdan de hiştiye, lê bi tenê şoreşa ku mîrê kurmanciya nûjen û Kurdperweriyê agirê wê dadaye berdewame û dê biserkeve. Kurdino bibin alîgirê vê şoreşê.

12.07.2019


Gotar bi tenê nerîna nivîskar nîşan dide

609