Efrîn .. Di dema şîna Henan Henan de mala wî hat dizîn

Efrîn .. Di dema şîna Henan Henan de mala wî hat dizîn

Jun 17 2019

ARK NEWS .. Piştî dîtina termê herdu ciwanên kurd Ebdo Şêx Ehmed kurê Bîlal, û Henan Henan kurê Hesen li ser rêya Raco ya sereke di nav zeviyan li Herêma Efrîna Rojavayê Kurdistanê, girûpekek nenas kelûpelên mala yek ji wan qurbaniyan dizîn .

Jêdereka taybet ji kampa Domîz ya penaberên Rojavayê Kurdistanê duh 16/6/2019an ji Dezgeha ARKê re ragihand:

Dema malbat di merasîmên şîna herdu qurbaniyan de li gundê Şêx Ehmed yê Raco başdar bûn, kelûpelên nav mala Henan Henan li taxa Eşrefiyê ya navenda bajarê Efrînê bi temamî hate dizîn.

Jêdera taybet herwiha bal kişand ser ku ta niha nehatiye diyarkirin ku tawanbarên rasteqîna yên bi karê diziyê rabûnê kî ne herwiha tu encam derbarê kujeran de derneketiye .

herdu ciwanan karê firotina keskatî û fêkî bi otombêlên xwe dikir, û di nav gundan wekû firoşkarên gerok digerîn, di dema ji navenda Efrînê berê xwe didan gund di 8/6an rastî bûyerê hatin .

jêderên xwecihî eşkere kirin ku herdu navbûrî ji aliyê welatiyekî ereb ji yên li Efrînê hatine bicîkirin hatine terorkirin.

Ji aliyê xwe ve Rêxistina Mafê Mirovan da zanîn ku ji ber ku dana bacan ji bo wan çekdaran red dikir, herdu navbûrî rastî gefan ji aliyê çekdarên Cebhe Şemiyê ve li Soq El hal hatibûn .

Li Efrînê rojane binpêkirin di derheqê kurdan de têne encamdan, û ta niha asoyên dîtina çareyekê ji rewşa Efrînê re na zelal û xuyan e .

Ş.E

574