Piroseya bicîkirina ereban li Efrînê berdewam e
Wêne ne ya Efrînê ye

Piroseya bicîkirina ereban li Efrînê berdewam e

May 19 2019

ARK NEWS .. Di hevdemê gurbûna şer û pevçûnan li herêmên derdora Idlib û Hemayê pêla derbideriyê berev herêmên din zêde dibe .

Di dema dawiyê de bi sedan malbatên ereb li Efrîna Rojavayê Kurdisatnê de hatin bicîkirin li hemberî wê jî malbatên kurdên resen yên derbider li beramber pereyên zêde vedigerin Efrînê .

Jêderên ragihandinê û herwiha jêderên taybet tekez dikin ku bi sedan malbat ji ber şerê dawiyê derbiderî Efrînê bûne li gor raportekê ji kenala Oryent têde derbider dibêjin êdî ew ji Efrînê venagerin Idibê û dê bimînin .

Li aliyekî din biryarek metirsîdar li Efrînê derketiye têde nivîsgehên derbideran û karûbarên wan dê bigirin lewma erebên li Efrînê xwepêşandanek nerazîbûnê li dar xist
Çalakvanan ew biryar bi mane wan ereban li Efrînê û çespandina wan ta dawiyê bi nav kir .

Ji aliyê xwe ve çalakvan Mustefa Şêxo li ser rûpela xwe li Fêcbokê 18 Gulana 2019an belav kir ku bêtir ji 100 welatiyê Kurd ji derdora Helebê ku bi Herêma Şehbayê tê naskirin vegeriyan gundên xwe .

Lê hin jêderan dane zanîn her kesek li hember 1000 yoro derbasî Efrînê bûne .

Ji despêka destdanîna Turkiyê û girûpên çekdar li ser Efrînê û piroseya guhertina demografiya wê berdewam e û rê bi hêsanî ji ereban re vekiriye da ku di malên kurdan de werin bicîkirin di heman demê de PYDê nahêle kurdên resen yên derbider vegerin ser mal û milkên xwe ku ew yek jî dikeve xizmeta ereban de û roj bo roj ereb cihê xwe li Efrînê gerim dikin û xwe dikin ji xelkê resen .

Ş.E

654