Serok Barzanî: Kîmiyabarankirina Helebçeyê birîneke kûr e
ARK NEWS... Îro salvegera 32yemîn ya komkujiya Helebçayê ye, Serok Mesûd Barzanî di salvegera kîmiyabarankirina Helebçe nameyek li ser rûpela xwe ya taybet li twiterê belav kir.
Serok Mesûd Barzanî di nameye xwe de got "Kîmiyabarankirina Helebçe berdewamiya wan zincîre tawan û karesatan bû ku dijmin ji bo çewsandin û nehiştinê di derbarê gelê Kurdistanê encam da. Bi sedema qurbanîdan û mezlûmiyeta Helebçeyê Şehîd, cîhan zêdetir êş û janên gelê Kurdistanê têgihişt.
Serok serbar kir ku: Kîmiyabarankirina Helebçe birîneke kûr e li ser laş û cesteyê gelê Kurdistanê û tu carî nayê jibîrkirin. Mafê gelê Kurdistanê ye daxwaza qerebûyê ji dewleta Iraqê bike. Pêwîst e jî êdî hikûmeta Iraqê vê yekê piştguh nexe û qerebûya kîmiyabaran û enfalkiriyan bike.Nemirî û serbilindî ji bo şehîdên Helebçe û hemû şehîdên rêya azadiyê."
Ş.E
453
